Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî êrîşên serkeftî li dijî molgehên DAIŞ li rojavayê Enbarê pêk tînin

Komek ji endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin kuştin di pevçûnên bi hêzên Iraqî re li rojavayê Enbarê, polîsê Iraqî yê parêzgeha Enbarê roja Pêncşemê (14ê Kanûna Yekem) got.

"Hêzên hevbeş operasyoneke pêşwext ku devera Mehbûba, li Girava Hît, 70 kîlometan dikeve rojavayê Remadî, kir hedef encam da," serokê polîsê Enbarê, lîwa Hadî Kesar Erzayic ji Diyaruna re got.

Wan "13 terorîstên DAIŞ kuştin û veşargeheke jêrzemînî ku xwe têde diveşartin wêran kirin", wî got.

Wî got ku operasyona serkeftî bêhtirî sê demjimêran sibeha Pêncşemê dewam kir, û da zanîn ku hêzên Iraqî dest danîn ser çek, teqemenî, û du êlekên teqîner ên ku di destê terorîstan de hatin dîtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500