Nûçeyên Iraqê

Nûavakirin li mezintirîn parzûngeha neftê ya Iraqê destpê dike

Iraqê dest bi karê nûavakirinê kir li parzûngeha ku mezintirîn parzûngeh bû li welat beriya ku ziyan bighiyê ji ber pevçûnên di navbera hêzên hikûmetê û endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de, AFP Pêncşemê (14ê Kanûna Yekem) raport kir.

Armanc ew e ku kar destpêka sala bê li yek ji yekîneyan biqede ku dê 70,000 bermîlan di rojê de berhem bîne di kompleksa Bêcî de, ya ku aniha girtî ye, peyvdarê wezareta neftê, Asim Cîhad, got.

Sala 1975an hatiye avakirin û 200 kîlometran dikeve bakurê Bexdayê, parzûngeh di navbera 250,000 û 300,000 bermîlan di rojê de berhem tîne beriya ku DAIŞ dest deyne ser di Hezîrana 2014an de.

Hêzên hikûmetê sazîgeh û bajarê Bêcî di Cotmeha 2015an de dîsan kontrol kirin di pevçûnên dijwar de bi tundrûyan re lê belê ziyanên dijwar parzûngeh girtî hiştin.

"Pêgihandin dê rê bide belavkirina berhemên parzûnkirî ji bakurê welat re û dê hawirdeyên me kêm bike," Cîhad got.

Di 2016an de, Bêcî wekî zoneke karesatbûyî ji aliyê parlemanê welat ve hat ragihandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500