Nûçeyên Iraqê

Iraq 38 endamên DAIŞ, Qaîda ji ber "terorê" sêdare dike

Iraqê 38 tundrûyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û Qaîda ji ber sûcên girêdayî terorê roja Pêncşemê (14ê Kanûna Yekem) sêdare kirin li bajarê başûrî Nasiriyayê, AFP raport kir.

Ew mezintirîn hejmara sêdarekirinan bû di rojekê de ji 25ê Îlonê ve dema ku 42 kes pêşbirî mirinê bûn di heman zindanê de.

"Rêveberiya zindanê roja Pêncşemê bi amadebûna Wezîrê Dadweriyê, Heyder Zamilî, li zindana Nasiriya, 38 zindaniyên ku hukmê mirinê li wan hatibû birîn sêdare kirin, zindaniyên ku yan ser bi Qaîda ne ya ser bi DAIŞ in û bi çalakiyên terorî gunehbar in," Dexîl Kazim, berpirsiyarekî bilind di encumena parêzgehê de, got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500