Nûçeyên Iraqê

Du Malên vehesandinê yên DAIŞ li Diyalayê hatin wêrankirin

Hêzên Iraqî du malên vehesandinê yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Çîyayên Herînê, li bakur rojhilatê parêzgeha Diyalayê wêran kirin, weke beşekî ji operasyonên paqijkirinê daku nehêlin endamên DAIŞ careke din xwe li herêmê bidin hev, Fermandarîya Operasyonên Diyalayê îro Çarşemê (13ê Kanûna Yekem) got.

"Hêzên asmanî yên Iraqî Operasyonên ku bi baldarî hatin plankirin li kûrahîya Çîyayên Hemrînê cîbicî kirin, 65 kîlomitir bakur-rojhilatê Baqûbayê, wan du malên vehesandinê wêran kirin, du navgîn, motorek û 25 bermîlên dagirtî çek, cebilxane û teqemenî ruxandin," ferîq Mezher Ezawî di daxuyanîyekê de got.

"Operasyonên paqijkirinê armanc dikin ku binesazîya terorîstan hilweşînin û nehêlin ku ew vegerin û xwe veşêrin, bi taybet li deverên biyabanî û çîyayan," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500