Nûçeyên Iraqê

Bi sedan malbatên bêwarbûyî vegeriyan Enbarê

Hikûmeta xwecihî ya Enbarê roja Sêşemê (12ê Kanûna Yekem) ragihand ku 1,600 malbatên bêwarbûyî vegeriyan malên xwe li deverine parêzgehê yên nû haine rizgarkirin ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Di 72 demjimêran de, 1,600 malbat vegeriyan deverên xwe yên resen li Qaim, Rawa, Anah û Alosê, peyvdarê parêzgariyê, Mazin Dulêmî roja Sêşemê got.

Ew ji kampine bêwaran li Xalidiyê, Bajarê Geştiyarî û Amiriyet el-Sumûd, wî got.

"Hemû malbatênn ku vegeriyane tu kêşeyên wan yên ewlehî [beşdariya tundiyê de]," wî got, û da zanîn ku hêzên ewlekariyê bi temamî belgeyên malbatên ku dixwazin vegerin seh dikin daku nehêlin endamên tundrû bi dizî derbas bibe.

"Vegera malbatên bêwarbûyî bo deverên wan ên resen dê dawiyê li azarên wan bîne û alîkariya wan bike ku dubare jiyana normal dewam bikin," wî dazanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500