Nûçeyên Iraqê

Rûsya dest bi vekişandineke ne tam ji Sûriyê dike

Yekemîn hêza Rûsî roja Sêşemê (12ê Kanûna Yekem) vegeriya malê ji erkên wê li Sûriyê, wekî destpêka vekişîneke ne tam ku Serok Vladimir Putin ragîhandibû, AFP raport kir.

"Tabûra polîsê serbazî ya herêma başûrî [ya Rûsya] ya ku li Komara Erebî Sûrî dimîne bi du balafirên şer gihştin balafirgeha Maxaçkala [paytexta Daxistanê]," artêşa Rûsî di daxuyaniyekê de got.

Tîmên topên Tu-22M3 jî vegeriyan serbazgehekê li Bakurê Ossetia beriya geşteya wan a asmanî ber bi serbazgeha wan a mayinde ve li herêma Kaluga navîn, artêşê got.

Tîma A-50 a çavdêriya êrîşên asmanî vegeriya serbazgeha xwe li herêma Îvanovo.

Di serdanekê de bo Sûriyê, Putin fermana vekişîna ne tam a hêzên Rûsî ji welatê ku şer ew parçe parçe kiriye kir.

Ev siyemîn vekişîna ne tam e ji dema hatina hêzên Rûsî di 2015an de. Putin diyar nekir ka dê çend leşker vegern malê vê carê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500