Hêzên ewlekarîyê yên Iraqî di van her du rojên bûrî de şeş endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyonên cuda de li Mûsil û derdora wê girtine, polîsê Iraqî îro Duşemê (11ê Kanûna Yekem) got.
Her şeş kesên gumanbar kodnav bikar tanîn, lê bi saya alîkarîya welatîyan ew hatin kifşkirin, cîgirê serokê polîsê Mûsilê, emîd Seîd Zenûn got.
"Sê ji terorîstan destên wan di tawanên li dijî niştecîyên Mûsilê hebûn dema hukmê DAIŞ li bajar," wî ji Diyaruna re got.
Çek di jêrzemîna malekê de hat dîtin, cihê ku yêk ji wan gumanbaran tê de xwe vedişart,başûr rojavayê Mûsilê, wî got.