Nûçeyên Iraqê

Iraq dest bi pêngaveke din li ser veşargehên DAIŞ dike û çavê serokwezîr li serkeftinê ye

Hêzên Iraqî pêngaveke nû li dijî veşargeha çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana rojavayî roja Înê (8ê Kanûna Yekem) ragihand û çavê serokwezîr, Heyder Ebadî, li ragihandina serkeftina li ser tundrûwan e, AFP raport kir.

Ebadî got ku ew dê şikestina li ser tundrûwan ranegihîne heta ku ew ji geliyên zuha û veşargehên sirûştî yên din ku penageheke biyabanî ji wan re peyda dike werin jinavbirin ji dema ku wan navendên bajarwarî yên dawî meha borî jidest dan.

Hêzên Iraqî "dest bi pêngaveke mezin kirin bo paqijkirina deverên li herêma Cezîrê di navbera (parêzgehên) Nînewa û Enbarê de di qonaxa duyem a operasyonan de," Fermandariya Operasyonên Hevbeş di daxuyaniyekê de got.

Di qonaxeke pêşîn a operasyonên ku 23ê Mijdarê hatine destpêkirin de, hêzên hikûmetê ber bi başûr ve pêş dikevin ji Nînewayê û li bakurê Enbarê gihane hev, û beşên mezin ji biyabanê di navbera beravên Dîclayê û Firatê de paqij dikin.

Berdevkê Fermandariyê emîd Yehya Resûl roja 27ê Mijdarê got ku 50% ji tevahiya rûbera biyabana ku 29,000 kîlometrên ducar e paqij kir.

Di serdanekê de bo Rojhilata Navîn roja Pêncşemê, Serokê Fransî Emmanuel Makron got ku ew texmîn dike ku Iraq serkeftinê li ser DAIŞ rabighîne bi dawîhatina vê mehê re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500