Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûriyê dê Yekşemê vegere danûstandinên Cinêvê

Dê delegeya rejîma Sûrî vegere Cinêvê roja Yekşemê (10ê Kanûna Yekem) bo berdewamkirina danûstandinên aştiyê yên ku NY mêvandariya wan dike, AFP Pêncşemê got.

Gereke teze ya danûstandinan ku armanca wê ku dawiyekê ji şerê ku ev heft sal in xwînê dirjîne li Sûriyê deyne haftiya borî hat destpêkirin li Cinêvê.

Gotûbêj rojên betlaneyê sekinîn û Sêşemê berdewam kirin, lê belê bêyî delegeya rejîmê ya ku balyozê Sûriyê bo NY Beşar Caferî serokatiya wê dike.

Caferî rexne li danûstandian girt beriya çûyîna xwe, got ku "kêşeyên mezin di vê gerê de hebûn", di îşaretekê de bo daxwaza opozîsyonê ya rakirina Serok Beşar Esed.

Bo çendîn rojan, çavkaniyên rejîmên gotin ku rayedarên rejîmê gengeşe dikirin ka dê vegerin Cinêvê yan na.

Şanderê NY bo Sûriyê, Staffan de Mistura bi delegeya opozîsyonê re civiya di heman demê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500