Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanî: Kêmtir ji 3,000 çekdaran ji Iraq û Sûriyê derketiye

Kêmtir ji 3,000 çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên xwe bi bermahiyên xilafeta rêxistinê ve li Iraq û Sûrîyayê girê didin hene, hevpeymanîya navdewletî roja Sêşemê (5ê Kanûna Yekem) got.

Aniha DAIŞ li hin komên niştecihî yên ku hîn li jêr kontrola wê ne şer ji bo mana xwe dike, ew gelekî dûr in ji rûberên erdê yên fereh ên wê di sala 2014 kirin bin destên xw de, AFP ragihand.

"Texmînên heyî dibêjin ku kemtir ji 3,000 çekdaran mane - ew hîn dimînin gefek, lê em dê piştgirîya hêzên hevparên me dewam bikin daku wan têk bibin,"berdevkê hevpeymanîyê Ryan Dilon li ser Twîterê nivîsî.

Hêzên hikûmeta Iraqî bi piştgirîya êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê zextê bo êrîşekê dikin daku koka tundrewan li biyabanê rakin.

Li Sûriyê, DAIŞ rastî êrîşên cuda li parêzgeha Dêrazorê hat û aniha ew kontrola tenê deverine piçûk li herêmê dike bi dirêjahiya çemê Feratê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500