Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke asmanî ya hevpeymanîyê çeperên DAIŞ li biyabana rojavayî ya Iraqê dike armanc

Heşt endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di êrîşeke asmanî ya balefirên hevpeymanîya navewletî de li ser çeperên DAIŞ li başûr rojavayê Rutbayê li rojavayê Enbarê hatin kuştin, Fermandarîya Operasyonên Enbarê roja Sêşemê (5ê Kanûna Yekem) got.

"Êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê navgîneke ajtonê ya çar dolab û cihekê vehewîna DAIŞ li biyabana Nexîbê kirin armanc," eqîd Mihemed Dilêmî ji Diyaruna re got.

Dilêmî got ku herwiha tankereke neftê û veşargeheke çekan di êrîşê de hatin wêrankirin, êrîşa ku bi hevahengîya alîyê Iraqî pêk hatibû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500