Nûçeyên Iraqê

Bombebarandinan wehma "kêmkirina şer" li nêzî Şamê jinav bir

Sê heftiyan ji bordomankirina Xûtaya Rojhilat li Sûriyê wehmên agirbesteke ku vê dawiyê li devereke li jêr destê opozîsyonê pêk hatibû jinav bir, devera ku dixuye ku Şam dixwaze wê bi çi bihayekî be vegerîna jêr serweriya xwe, AFP Duşemê (4ê Kanûna Yekem) ragihand.

Lêdanên asmanî yên dijwar rêkeftina "kêmkirina şer" li Xûtaya Rojhilat bêwate hişt, di demekê de ku nûnerên rejîmê û opozîsyonê têdikoşin bo pêkanîna pêşketinekê di danûstandinên aştiyê de li Cinêvê.

Herî kêm 193 sivîl, 44 ji wan zarok in, hatin kuştin di sê heftiyan de ji lêdanên rejîmê û bi agirê topxaneya wê li ser deverê, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Komên opozîsyonê yên ku bingehên wan li deverê ne di bersivdayînê de bi rokêtan Şam kirin hedef, 29 sivîl hatin kuştin û zêdetir ji 200 kes birîndar bûn li paytextê.

Xûtaya Rojhilat, ku dawîn asêgeha opozîsyonê li paytexta Sûriyê ye, yek ji çar "zonên kêmkirina şer" bû ku Rûsya, Îran û Tirkiyê li dor wan lihev kiribûn di Gulanê de.

Kêmbûneke di tundutûjiyê de li hersê zonên din li bakurê-rojava û navend û başûrê Sûriyê pêk hatibû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500