Nûçeyên Iraqê

Ciwanekî Sûrî banga "derfetekê" kir di merasîma xelata zarokan a aştiyê de

Ciwanekî Sûrî Duşemê (4ê Kanûna Yekem) daxwaz ji cîhanê kir ku derfetekê bidin penaberên ku ji ber şerê ji welatî wî malên xwe terikandine, dema ku wî Xelata Aştiyê ya Navdewletî ya Zarokan li Lahay wergirt, AFP ragihand.

"Em bi tenê dixwazin ku xelk derfetekê bide me ku em zatên xwe îsbat bikin," Mihemed Cundî got.

Axiftina ciwanê 16-salî hat piştî pêla êrîşên asmanî yên Sûrî yên ku herî kêm 25 sivîl kuştin û bi dehan birîndar kirin li seranserî asêgeha opozîsyonê li Xûtaya Rojhilat roja Yekşemê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

"Mihemed padaşt wergirt bo xebatên wî yên bêwestiyan di misogerkirina mafên zarokên Sûrî yên penaber de," organîzerên pêşbaziya Saziya Mafên Zarokan got.

Cundî û malbata wî dibistanek bo 200 zarokên penaber li kampeke penaberan li Libnanê ava kirin ku wî têde bîrkarî, zimanê Înglîzî û wênegirî fêr dikir.

"Nameya min ji xelkê ku naxwazin ku penaber li wir bin ew e ku me jî nexwest em li vir bin. Lê belê şer ev yek anî serê me," Cundî, yê ku aniha li Siwêdê tev dêbavê xwe dijî, got.

"Destpê bikin wekî mirovên normal bi me re nêzîkariyan bikin, ne wekî panberan û koçberan," wî got.

Di 13 saliya xwe de, xelat salane "bo zarokekî ku ji bo mafên zarokan bi merdane dixebite tê dayîn", Saziya Mafên Zarokan got. Ew herwiha ji $118,000 bo weberhênan di projeyên li welatê kesên qezenkirî de pêk tê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500