Nûçeyên Iraqê

Birêveberekî Lafarg bi fînansekirina tundrûya li Sûriyê tê gunehbarkirin

Birêveberekî kargeha Simentê ya Swêsrî-Fransî Lafarg roja Înê (1ê Kanûna Yekem) bi fînansekirina tundrûyan bi awayekî nedîrekt bi rêya çalakiyên kompaniyê li Sûriyê hat gunhbarkirin, AFP raport kir.

Lafarg tê gunehbarkirin bi dayîna pereyan ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û çekdarên din re bi rêya kesekî sêyem bo rê bidin kargeha kompaniyê li Calabiyê, li bakurê Sûriyê, ku karên xwe dewam bike.

Kompanî herwiha bi bikaranîna girêbestên şêwermendiyê yên saxte tê gunehbarkirin bo kirîna nefta xaf ji DAIŞê, dema ku wê piraniya samanên neftên ên stratîjî li Sûriyê kontrol dikir di Hezîrana 2013an de.

Frederîk Joliboyis, yê ku birêveberê kargehê bû di sala 2014an de, bi fînansekirina terorê û binpêkirina dorpêçeke Yekîtiya Ewropa li ser Nefta Sûrî tê gunehbarkirin, parêzvanê wî Jîn Rênhart got.

Brûno Pesçeûks, xelefê Joliboyis, birêveberê kargehê di navbera salên 2008 û 2014an, û birêveberê ewlehî yê Lafargê, Jên-Klawdî Vêlard jî li dadgehê bûn roja Înê bo rastî gunhebariyên gengaz bibin.

Joliboyis li kirîna neftê ji "rêxistinên nehikûmî" mukur hat, bi taybetî komên Îslamî, di binpêkirinekê de ji dorpêça Yekîtiya Ewropî ya sala 2011an.

Pescheux di heman demê de mukur hat ku Lafargê zêdetirî $100,000 mehane daye maldarê mezin Fîras Tlas, ew jî beşdarvanekî pêştir e, yê ku perên kaş dan hêzên çekdar bo rê bidin ku kargeh bê vekirin.

DAIŞ dora $20,000 werdigirt, Pescheux bayîn kir.

Ew her sê kes ên pêşîn in ku tên girtin di çarçova lêpirsîna ku ji aliyê dijî-Terora Fransî û dadgehên tawanên diravî, yên ku lêkolîn dikin ka Lavarg rêkarên pêwîst girtine ber xwe bo parastina fermanberên Sûrî.

Stafê lokal li cih ma lê birêveber ji Şamê reviyan û çûne Qahîrayê di havîna 2011an de. karkerên din ên biyanî di mehên piştre hatin derxistin.

Lafarg, a ku sala 2015an lig el kompaniya Swêsrî ya avakirinê Holsîm hev girt, û wan li Sûriyê bo du salan dewam kir piştî ku piraniya kompaniyên Fransî welat li pey xwe hiştin dema ku DAIŞê li ser zeviyê pêşketinên mezin pêk anî.

Tundrûyan, ên ku rûberên berfireh ji dest dan di êrîşên serbazî yên navdewletî de, û di kontrola kêlgeha Calabiyê kir di Îlona 2014an de.

Lêpirsînên Lafargê hatin pêkanîn di heftiyên dawî de, û polîs lêgerînên çirûpir di baregehên kompaniyê de li Parîsê encam dan di Mijdarê de.

Sê fermanberên berê yên Sûrî hatin veguheztin ji Sûriyê bo delîlan pêşkêş bikin di dawiya Îlonê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500