Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanîya navdewletî kampên DAIŞ li biyabana Enbarê wêran dike

Kampeke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li başûrê biyabana Enbarê di êrîşeke asmanî ya hevpeymanîya navdewletî ve hat wêrankirin, Fermandarîya Operasyonên Enbarê îro Sêşemê (28ê Mijdarê) got.

"Balefirên şer ên hevpeymanîyê bingeheke serbazî ya ku berê li başûrê Wadî Horanê ji alîyê DAIŞ ve weke baregeh û kampeke rahênankirina çekdarên wê dihat bikaranîn kir armanc," berdevkê fermandarîyê, eqîd Mihemed dilêmî, ji Diyaruna re got.

"Herî kêm 20 terorîst hatin kuştin û kamp bi tevahî tev çek, cebirxane û xişiran hat wêrankirin," wî anî ser ziman.

Êrîşa asmanî, ya ku bi hevahengîya ligel hêzên Iraqî pêk hat, weke beşekî ji operasyonên paqijkirina biyabana Enbarê bû, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500