Nûçeyên Iraqê

NY dibistanên Felûca nûava dike

NY dest bi nûavakirina 20 dibistanan li Felûca kir ku ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatibûn wêrankirin dema ku bajarê li parêzgeha Enbarê li jêr kontrola wê bû, Rêveberiya Perwerdeyê li Felûca roja Duşemê (27ê Mijdarê) got.

"Rêxistineke NY roja Yekşemê dest bi nûavakirin û nûçakirina 20 dibistanên seretayî li Felûca kir ku di operasyonên terorîstî yên DAIŞ de hatibûn wêrankirin," Rêveberê Perwerdeyê li Felûca, Mihemed Helbûsî, di daxuyaniyekê de, got.

Ev beşek e ji "hewlên ji aliyê gelek rêxistinên navdewletî ve ne, bi awayekî sereke NY, ji bo alîkariyê di peydakirina jiyaneke baştir de ji xelkê Felûca re", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500