Nûçeyên Iraqê

6 endamên DAIŞê li nêzî Mûsilê tên girtin

Hêzên Iraqî şeş endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku xwe di nava bêwaran de û di nav şêniyên navçeya Hemam el-Elîl de, li başûrê Mûsilê, vedişartin girtin, Wezareta Karê Hundir îro Duşemê (27ê Mijdarê) got.

"Hêzên ewlekariyê du operasyonên cuda dest pê kirin ji şeva çûyî de û şeş terorîstên DAIŞê girtin, yek ji wan jî xeternak bû," berdevkê wezaretê, emîd Saed Maen ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got jî ku ew ji Mûsilê raviyabûn gundên nêzîk di dema operasyonên rizgarkirinê de, û karîn xwe veşêrin bi rêya bikaranîna nansnameyê sexte.

"Alîkarîya berfereh ji alîyê niştecîyan ve alîkarî kir ku nasnameyên wan ên rast kifş bikin," wî got, wî anî ziman ku kesên girtî di nav wan de endamên DAIŞ hene yên ku îdamkirin li qadeke gelemperî li orta Musilê pêk anîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500