Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî deverên berfireh di navbera Nînewa û Enbarê de rizgar dikin

Qonaxa yekemîn a rizgarkirin û paqijkirina deverên Badiyê û Cezîrê yên ku dikevin navbera parêzgehên Enbar û Nînewayê bi temamî hatin temamkirin, Wezareta Berevaniyê ya Iraqî Duşemê (27ê Mijdarê) ragihand.

Artêşa Iraqî û Polîsê Federal, bi alîkariya hêza asmanî ya Iraqî, qonaxa yekemîn a operasyonên Cezîrê û Firata Jorîn bi paqijkirina gundan û deverên di navbera başûrê Hedar û bakurê Rawayê de qedand, di daxuyaniyeke wezaretê de hat gotin.

"Hêzên me yên qehreman 175 gund, pênc pir, çendîn rêbend û serbazgeheke asmanî -- ku rûbera wê ya total 14,100 kîlometrên ducar re -- pak kirin," daxuyaniyê got.

"Hêzên me xesarên mezin gihandin terorîstan, bi rûxandina 11 otombîlên ku tifingên maşîn hildigrin, pênc tankerên neftê, 18 navgînên mişt teqemenî, heft motorsîkil û şeş workşopên sazkirina bombeyan," daxuyaniyê got.

Zêdetirî 1,000 teqemeniyên bidestçêkirî hatin pûçkiirn, daxuyaniyê got, û da zanîn jî ku operasyonên paqijkirinê berdewam in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500