Nûçeyên Iraqê

Sê endamên DAIŞ cezayê mirinê li wan hat birîn li Iraqê

Fermansaziya Iraqî cezayê mirinê li sê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) birî ji ber roldîtina wan di gelek operasyonên terorî de li seranserê welat, Encumena Bilind a Fermansaz roja Çarşemê (22ê Mijdarê) got.

"Kesên doz di derheqê wan de hatine vekirin li kirina gelek operasyonên terorî li deverên cuda yên Iraqê mukur hatin," peyvdarê encumenê, dadwer Ebdul Setar Bêreqdar, got.

Wî got ku sûcdarê yekem di êrîşekê de li Felûcayê rol dît û di çend şeran de kete pevçûnan de li hember hêzên ewlekariyê, di nav de di şerên Melab, Thîla, Şuheda û Muelimîn.

"Sûcdarê duyem, bi alîkariya yên din, wesayîtek bi teqemeniya bombrêj kir û ew teqand dema ku hêzên ewlekariyê dixwestin ku wê bêbandor bikin," wî anî ser ziman.

"Lê sûcdarê sêyem, rêxistina terorîst bi dermanan û pêwistiyên din ên bijîşkî zêde dikirin," wî got.

Wî got ku dadgehê li gorî madeya 4ê ya yasaya dijî- terorê ferman derxist.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500