Nûçeyên Iraqê

Goreke bi komel a Êzîdiyan li Şingalê hat dîtin

Berpirsiyarên Iraqî gotin ku wan goreke bi komel a din li bakurê herêma Şengalê dît roja Çarşemê (22ê Mijdarê) ku laşên bi dehên kêmîneya Êzîdî yên ku bi destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin kuştin, AFP raport kir.

"Gorê termên 73 kesan vedihewîne, jin, mêr û zarokên ku DAIŞ ew şeniqandine dema ku wê herêm kontrol kir," berpirsiyarekî xwecihî, Şukur Milhim Ilyas, ji AFP re eşkere kir.

Wî got ku hêzên ewlekariyê yên Iraqî dawîn vedîtin li navçeya Rambûsî li nêzî bajarokê Qehtaniyê pêk anî.

Di 2014an de, DAIŞ bi hezaran Êzîdî li Şengalê kuştin û bi hezaran jin û keçên civaka Êzîdî revandin û ew kirine koleyên bo sêks.

NY û desthilatdariyên xwecihî payîn dikin ku 3,000 ji wan hîn jî dîl in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500