Nûçeyên Iraqê

NY: Tevî ku tundî kêm bûye 13 mîlyon Sûrî hewcedarî alîkarîyê ne

Bêtir ji 13 mîlyon Sûrî hewcedarîya wan bi alîkarîyê heye tevî heta radeyekê tundî li welatê wan di van mehên dawî de kêm bûye, AFP îro Sêşemê (21ê Mijdarê) ragihand.

Zêdetirî 330,000 kesî ji destpêka şer di Adara sala 2011an de hatine kuştin û tundîyê bêtir ji nîvê niştecîyan li hundir û derveyî welat weke penaber bêwar kirine.

"Bi derbasbûna sala heftan ji krîzê, reje, dijwarî û alozîya hewcedarîya li Sûrîyê dimîne zor," raportekê ji alîyê Ofîsa NYê bo Hevahengîya Karûbarên Mirovî got.

"Dora 13.1 mîlyon kes li Sûriyê alîkarîyên mirovî dixwazin. Ji van, 5.6 mîlyon hewcedarîya wan lezgîn e," OCHA anî ziman.

Ev hejmar kêmbûneke sivik dide xuyakirin, ji 13.5 mîlyon kes hewcedar bûn di sala 2016an de, li gorî raportê.

NY got 40% ji kesên hewcedar zarok bûn, wî anî ziman ku xelk li deverên dorpêçkirî yên ji wan re tê gotin deverên "zehmet e ku bigihin wan" bi awayekî taybet dibe ku rastî xeterê werin.

Dema ku raportê not kir ku "tundî li hin deveran kêm bûye", wî anî ziman ku bandora zonên agirbestê ji bo sivîlan "tev li hev bû"

Herwiha wê hişyarî da dibe ku bêtir ji 1.5 mîlyon Sûrî di vê sala bê de nû bêwar bibin, tevî pêşbînî heye ku mîlyonek kesên Sûrî yên di welatê xwe de bêwar in vegerin malên xwe.

Raport pêşbînî dike ku şer li hin deveran dê berdewam be, di nav de parêzgeha Idlibê li başûr-rojavayê Sûriyê cihê ku zona kêm şer aniha lê heye.

Parêzgeha Idlibê ji alîyê Tehrîr el-Şam ve tê kontrolkirin, hevbendîya bi serwerîya Enîya Nusrayê ya berê (ANF).

Herwiha NY muhleteke kurt li Xûtaya Rojhilatî dît, zoneke agirbestê din, cihê ku tundî lê bilind bûye tevî peymana kêmkirina şer.

Devera ku li jêr kontrola opozîsyonê ye ji sala 2013an ji alîyê hikûmetê ve dorpêçkirî ye, kêmbûna xwarin û dermanan dibe sedema krîza bedxwarin û mirinê.

"Dibe ku sivîl li deverên ku NY weke deverên dorpêçkirî îlan kirin, bi taybetî li Xûtaya Rojhilatî, ji alîkarîyên mirovî yên berdewam bê par bimînin û kêm karibin bigihin xizmet û pêdivîyên bingehîn," raportê hişyarê da.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500