Nûçeyên Iraqê

Ofîsên Lafargê hatin pişkinînkirin ji ber têkiliyên bazirganî yên li Sûriyê

Lêpirsînerê Fransî ofîsên kompaniya Fransî-Swêsrî ya sementê Lafarg pişkinîn kirin roja Sêşemê (14ê Mijdarê), kompaniyê eşkere kir, weke beşek ji lêpirsîna derbarê têkiliyên diravî bi komên tundrew re li Sûriyê, di nav de "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

"Lêpirsînerên Fransî di ofîsên me de lêkolînan pêk tînin," peyvdara Lafargê ji AFP re got, û raporteke ku radyoya France Inter belav kiribû piştrast kir.

"Em bi temamî bi lêpirsîneran re hevahengiyên dikin, lê em nikarin derbarê vê yekê biaxivin," wê got.

Çavkaniyeke nêzî vê haletê got ku polîsê Belcîkî lêpirsîneke hevşêwe encam didan di ofîsên yek ji kompaniyên Lafargê li Brûsilê.

Ji Hezîranê ve, sê dadwerên Fransî lêkolîn derbarê raportên li dor veguhestina Lafargê ya peran ji komên li Sûriyê re, di nav de DAIŞ, bo dewamkirina karên xwe û bikarxisitinkirina sementa Celebiyê li bakurê Sûriyê di salên 2013 û 2014an de.

Rewşa Lafargê li Sûriyê bo heyam du salan paş de çû piştî ku piraniya kompaniyên Fransî xwe kişandin piştî ku DAIŞ destketî li ser zemînê bi dest xistin, û dest danîn ser kargeha Celebiyayê di Îlona 2014an de.

Ji bo piştrastbûn ji parastina stafê xwe di navbera 2013 û 2014an de, Sementa Lafarg a Sûriyê dora $80,000 heta bi $100,000 mehane da çendîn komên çekdar, di nav de $20,000 ji DAIŞ re, li gorî çavkaniyeke nêzî lêpirsînê.

Xezîneya Fransî lêpirsîneke berî salekê vekir piştî ku rojnameya rojane Le Monde raport kir ku Lafarg li Parîsê ji van takiliyan agahdar bû.

Lafarg, a ku sala 2015an bi hembera xwe ya Swêsrî Holcim hev girt, li kirina çewtiyên nayên pejirandin li Sûriyê" mukuk hat.

Raporteke rêveberiya gumrikên niştîmanî ya Fransî got ku kompaniyê "mûçe dane komên cîhadî" daku kargeh li ser kar bimîne û ji mameleyan piştrast bibe bi rêya bikaranîna belgeyên sexte.

Daxuyaniya Sêşemê ya Lafargê got ku "ew bi tundî çewtiyên ku li Sûriyê hatine kirin şermezar dike" û wê tedbîr girtine daku ew qet dubare nebin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500