Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî erdê bidest dixin li dijî DAIŞê li Rewayê

Hêzên Iraqî îro Sêşemê (14ê Mijdarê) sê gund û devera pîşesazî ya nêzîkî bajarê Rewayê rizgar kirin dema ew li wê derê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pêşve diçûn.

"Hêzên Iraqî pêşketineke nû bidest xistin, wan sê gund li ser çemê Firatê û devera pîşesazî vegerandin û aniha ew dikin ku xetên berevanîyê yên dawî yên DAIŞê wêran bikin," Fermandarê Operasyonên Enbarê liwa Mihemed Felahî ji Diyaruna re got.

Hevpeymanîya navdewletî û balefirên şer ên Iraqî cihên kombûnê, bergeh û kampên DAIŞê li Wadî Qadif û biyabana Kîlo 160 li Enbarê wêran kirin, bi dehan endamên DAIŞê kuştin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500