Nûçeyên Iraqê

Amnêstî: Rejîma Sûrî ji ber tawanên li dijî mirovahîyê gunehkar e

Dorpêçkirina rêjîma Sûrî ji niştecîyan re berî ku bi opozîsyonê re bigihe peymanên "lihevhatinê" digihe asta tawanên dijî mirovahîyê û tawanên cengê, Efûya Giştî ya Navdewletî ( Amnêstî) îro Duşemê (13ê mijdarê) got.

Di raporteke li jêr serenava "Em Diçin Yan Em Dimirin", koma mafên mirov çar peymanên xwecihî analîz kirin, wê got ku ew beriya dorpêçkirina neqanûnî û bombebarankirinê hatin û armanca kirin zorê li sivîlan bikin ku ji malên xwe derkevin, AFP ragihand.

Dorpêçkirin, kuştina neqanûnî û bêwarkirina bi zorê ji alîyê hêzên hikûmetê ve beşeke ji êrîşa sîstematîk ya berfereh li ser niştecîyên sivîl, lewra ew weke tawanan li dijî mirovahîyê tên destnîşankirin," raportê got.

Di navbera Tebaxa 2016an û Adara 2017an, peyman piştî dorpêçkirineke dûrûdirêj ya ku rêjîma Sûrî û hêzên opozîsyonê tê de bi awayekî ketûber êrîşî sivîlan kirin hatin.

"Hikûmeta Sûrî û bi radeyeke kêmtir, komên opozîsyonê yên çekdar dorpêçkirin li ser deverên pirnişîn ferz kirin, xwarin, derman û pêdivîyên sereke yên din ji ser sivîlan qedexe kirin weke pinêkirinekê ji qanûnên navdewletî re," Efûya Giştî got.

Kiryarên mîna van ji alîyê rêjîma Sûrî li Dareya, Medaya, bajarê Helebê yê rojhilatî, û taxa Weir li bajarê Humsê gihan tawanên cengê, Amnêstî got, wê not kir ku hat dîtin ku heman tektîk ji aliyê ve hat bikar anîn, a ku Kefreya û Fuea dorpêç kirin.

Li bajarê Helebê yê rojavayî, Efûya Giştî 10 êrîş di navbera Tîrmeh û Berfanbara 2016an belge kirin, ya hat angaştin ku rêjîmê tê de taxên "dûrî xetên eniyên pêşîn û tu armancên serbazî yên diyar li nêzîkê nînin" kirin armanc.

Herwiha raportê heşt êrîşên ji alîyê hêzên opozîsyonê ve li bajarê Helebê yê rojhilatî û rojavayî hatin cîbicîkirin belge kirin, di navbera Tebax û Mijdara sala borî de, êrîşên ku çekên bi navê "topavêjên dojehê" li dijî sivîlan bikar anîn.

Efûya Giştî got ku wê lêkolîn di rêya bikaranîna vîdyo û resmên satelaytê pêk anîn ligel hevdîtinên bi 134 kesan re di nav wan de niştecî û karmendên NY, di navbera Nîsan û Îlona vê salê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500