Nûçeyên Iraqê

Rewangeha Sûrî: Bombebarankirin li Şamê 10 kesn dikuje

Bombebarankirina ji alîyê rêjîma Sûrî ve li ser devereke ku li jêr kontrola opozîsyonê ye li derdora Şamê heft sivîl kuştin, lê fîşekên toldar sê kes roja Sêşemê (7ê Mijdarê) kuştin, AFP ragihand.

Şeş sivîl, di nav wan de du zarok, di bombebarankirina li ser bajarokê Seqbayê hatin kuştin, li Xûtaya Rojhilatî ya li jêr kontrola opozîsyonê, ya ku ji alîyê hêzên rêjîmê ve tê dorpêçkirin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Zarokekî din li bajarokê Domayê yê nêzîk hat kuştin, serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Wî got ku 18 kes jî li devera dorpêçkirî hatin birîndarkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500