Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê li Sûriyê û Iraqê gelekî kêm bûne

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê li Sûriyê û Iraqê meha borî gelekî kêm bûn, weke nîşaneke herifîna "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), AFP roja Sêşemê (7ê Mijdarê) ragihand.

Emîd Endrew Kroft, yê ku hevahengiya kampanyaya asmanî ya hevpeymaniyê dike, got ku ji 60 heta 70% ji êrîşên asmanî di Cotmehê de kêm bûbûn li hemberî rêjeya di heşt heta neh mehên borî de.

"Ev nîşaneke wê rastiyê ye ku DAIŞ diherife ne tenê weke xîlafeteke fîzîkal lê herwiha weke xwediyê erdê," efserê Hêza Asmanî ya Amerîkî got.

"Ew tenê li nêzîkî 4 heta 5% ji devera ku kontrol dikir maye, ji ber vê yekê hejmara armancan gelekî kêm bûye, bi taybetî di meha borî de."

Wî got ku 850 bombe di Cotmehê de hatin avêtin beramberî 1,800 bo 2,400an di mehê de ji destpêka salê ve.

Ev kêmbûn di heman mehê de hat ku tê de Reqa, asêgeha DAIŞ a li Sûriyê, kete destê Hêzên Sûriya Demokratîk, ku hevbendiyeke opozîsyonê ya Erebî- Kurdî ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500