Nûçeyên Iraqê

Du endamên DAIŞê nêzîkî Hewîcayê hatin girtin

Polîsê hevbeş û Hêzeke Ajansa Dijî Terorîzmê du endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girtin, endamên ku xwe di malekê de li Hewîcayê vedişartin, Wezareta Karê Hundir ya Iraqî îro Înê (3ê Mijdarê) got.

Hêzên ewlekarîyê "du terorîstên DAIŞê yên ev du hefteyan xwe di malekê de vedişartin piştî rizgarkirina Hewîcayê destnîşan kirin", berdevkê wezaretê emîd Saad Maan ji Diyaruna re got.

Her duyan plan dikir daku ji bajar birevin, wî got.

"Me di operesyonê de dest danî ser du çek û hin cebilxaneyan," wî got, wî anî ziman ku wan girtî veguhestin navendeke girtinê ya ewlekarî daku wan vepirsîn bikin

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500