Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî êrîşî Qaimê dikin

Hêzên Iraqî îro Pêncşemê (2ê Mijdarê) êrîşa xwe li ser Qaimê dest pê kirin ji sê aliyan ve piştî tengkirina ji aliyê rojava ve bi dirêjahiya Firatê, Fermandariya Operasyonên Enbarê got.

Derengiya Çarşemê, hêzên Iraqî deverên Cireycîb, Qentera, Feyadiya, Kîlo 7 û Hey Sînayî derdora Qaimê kontrol kirin, berdevkê fermandariyê eqîd Mihemed Dulêmî got.

Wan berbanga Pêncşemê dest bi êrîşkirinê li ser Qaimê kir, wî got jî.

"Xeta berevaniya yekem a 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ), a mayîn û bombeyên bidestçêkirî yên çandî li derdora bajar, hat şikandin," wî got.

"Hêzên me, bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî, niha şer bi terorîstan re dikin," wî got, wî anî ziman ku herî kêm 20 endamên DAIŞ di şerên îro de hatin kuştin.

Dulêmî texmîn kir ku çend sed endamên DAIŞ li bajar hene.

"Dibe ku hewl bidin ku birevin Sûriyê bi rêya rêya rojhilat [a Qaim]," wî got. "Ji ber vê yekê, hemû rêyên ku digihînin wê hatine girtin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500