Nûçeyên Iraqê

gereke nû ji giftûgoyan derbarê Sûriyê li Astanayê dest pê dike

Gereke nû ji giftûgoyên aştîyê derbarê Sûriyê li paytexta Kazexistanê Astanayê îro Duşemê (30Cotmehê) dest pê kir, AFP ragihand.

"Giftûgoyên girtî dest pê kirine," berdevkê wezîrê derve yê Kazexistanê Enwer Zaynakov got, wî anî ziman jî ku giftûgo ku dê du rojan berdewam bikin dê bi dayîna daxuyanîyan ji rojnamegerîyê bi dawî bibin.

Zaynakov piştrast kir ku şandine ji alîyê opozîsyona Sûrî û rêjîmê ve gihane Astanayê, her wekî ku şandên opozîsyonê bi piştgirîya Tirkiyê ne û yên rêjîmê bi piştgirîya Rûsya û Îranê ne.

Gerê berê yên giftûgoyên Astanayê qediyane bêy ku serkeftinên mezin pêk werin.

Lê gera dawî ji giftûgoyan di Îlonê de ji alîyê Rûsya, Îran û Tirkiyê ve hatibû pejirandin ku zoneke beste li parêzgeha Idlibê ya bukur bi hev re ava bikin.

Gera werê ji giftûgoyên Cinêvê dê di 28ê Mijdarê de dest pê bikin, nûnerê NY li Sûriyê Stafan de Mistura hefteya bûrî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500