Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî derbasî gundewarên bajarokê Qaimê dibin

Hêzên Iraqî dest pê kirine derbasî bajarokê Ubêdî li gundewarê Qaimê ji alîyê başûr ve dibin, Fermandarîya Operesyonên Enbarê îro Duşemê (30ê Cotmehê) got.

Ev gav beşek ji êrîşê bû bo alîyê rojava ji bajarê Enbarê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerînin.

"Hêzên Iraqî yên hevbeş ber bi Ubeêdî ve bi pêşve diçin bi piştgirîya asmanî ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ve," Fermandarê Firqa 7mîn, liwa Numan Zewbeî, got.

Vegerandina Ubêdî dergehe ji derbasbûna navenda Qaimê re, wî got.

"DAIŞ rastî gelek xisarên giran hat di şerên roja Duşemê de, 42 terorîst hatin kuştin, di nav wan de biyanî jî hebûn, û şeş otombîlên bombekirî hatin rûxandin," wî got, di nav wan de sê hebên ku ji alîyê êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê hatibûn rûxandin.

"hêzên Iraqî bi dehan malbat ji deverê derxistin û ew veguhestin deverin dûrî şerên bi terorîstan re," Zewbeî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500