Nûçeyên Iraqê

NY "birçîkirina bimebest a sivîlan" li Xûtaya Rojhilatî şermezar dike

NY roja Înê (27ê Cotmehê) "birçîkirina bimebest a sivîlan" weke tektîkeke şer şermezar kir piştî belavbûna wêneyên "şokdar" ên zarokên gelekî bedxwer li Xûteya Rojhilat, AFP ragihand.

Ev nêzîkî du salan e ku devera li nêzîkî Şamê li jêr dorpêçê ye.

Serokê komîsyona mafên mirov a NY Zêd Raed Husên got ku wêne "nîşaneke bizdêner in li ser êşa xelkê li Xûtaya Rojhilatî".

"Birçîkirina bimebest a sivîlan weke metodeke şer binpêkirineke xuya ji yasaya mirovî ya navdewletî re pêk tîne," wî di daxuyaniyekê de got.

Xûteya Rojhilat yek ji deverên ku lihevkirinek wan lixwe digre ji bo avakirina "zonên kêmkirina şer" ji bo asankirina gihiştina alîkariyan bo deverên dorpêçkirî, lê şertûmercên mirovî hîn zehmet in.

Serokê komîsyona mafên mirovan a NY zehmetkêşana xelkê li herêmê bi "hêrs" binav kir.

Wî herwiha grûpên opozisyona çekdar li Xûteya Rojhilat bi astengkirina karê rêxistinên mirovî tometbar kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500