Nûçeyên Iraqê

Gereke din a gotûbêjên Sûriyê dê roja 28ê Mijdarê dest pê bike

Gereke nû a gotûbêjên bi pêşengtiya NY bo bidawîkirina şerê şeş-salî yên Sûriyê dê li Cinêvê ji roja 28ê Mijdarê ve birêve biçe, AFP roj Pêncşemê (26ê Cotmehê) ragihand.

Dê danûstandin di civînekê de heftiya dahatî li Astana, paytexta Kazaxistanê, di navbera Rûsya, Îran û Turkiyê de bên gengeşekirin, di çarçoveya gihiştina bi çareseriyekê.

Şanderê NY Stîfan Dî Mistura ji Encumena Ewlekarî ya NY re got ku bi binxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li asêgehên Reqa û Dêrazorê, prosesa aştiyê li Sûriyê gihişte "kêliyeke rasteqîn".

"Dê em aliyên şer derbasî danûstandinê rasteqîn bikin," şander got.

Dî Mistura got ku danûstandinê Cinêv, ên ku NY ew li dar xistin, divê bigihin qonaxa dariştina makzagoneke nû û lidarxisitna hilbijiratinan li Sûriyê bi çavdêriya NY.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500