Nûçeyên Iraqê

Rewangeha Sûrî: Bombebarana li nêzî Şamê 8 kes kuştin

Herî kêm heşt sivîl hatin kuştin roja Pêncşemê (26ê Cotmehê) di bombebarankirina rejîma Sûriyê ji Xûtaya Rojhilatî, ya ku dikeve derveyî Şamê û di dest opozîsyonê de ye, AFP eşkere kir.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku "şeş sivîl, yek ji wan zarok bû, bi agirê topxaneyê li Dûma hatin kuştin û herwiha du kesên din jî bi bombebarankiirinê li Sabqayê".

Li gorî tifaqeke di navbera Turkî, Rûsya û Îranê de ku destpêka îsal pêk hat "çend herêmên kêmkirina şer" li çend deveran li Sûriyê hatin avakirin, di nav de Xûtaya Rojhilatî.

Yek ji armancan ew bû ku gihiştina alîkariya bo wan deveran bê hêsankirin, lê rewşên mirovî li Xûtaya Rojhilatî xerab man, û derketina haletên bedxwarinê tirsên cedî van rojên dawî çêkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500