Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke bi gaza Kilor li Bexdayê hate pûçkirin

Êrîşeke bi gaza kilorê li taxeke nişînkirî li Bexdayê hat pûçkirin bi saya xebatên mezin û hevahengiya di navbera hêzên ewlekariyê û aliyên fermansaz li Iraqê, Encumena Bilind a Fermansaz roja Sêşemê (24ê Cotmehê) got.

Endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pilan dikirin ku êrîşî welatiyan li Bexdayê bi gaza kilorê bikin di meha Muheremê de, peyvdarê encumenê, Ebdul Setar Bêreqdar, got.

Wî got ku lêpirsên ji aliyê Dadgeha Lêpirsînê ya Navendî pêk hatin, bi hevahengî ligel ajansên ewlekariyê, eşkere kirin ku hewleke terorî di ortê de hebû.

Wî da zanîn jî ku "kesekî jê re tê gotin mîrê Ebû Xirêb, bi Ebû Amna jî tê naskirin, û neh endamên yekîneya wî hatin girtin", wî got.

Ew di lêpirsînê de mukur hatin ku ew têkildarê DAIŞ in.

"Mukurhatinên wan pilngêriyeke terorî bo hedefkirina welatiyan bi bombeyên germahiyê yên ji Kilorê tên çêkirin eşkere kir, pilan diviyabû meha Muheremê pêk bê," wî got.

Wî got ku komê pilana pêkanîna çend operasoyên terorî li Bexdada paytext kiribû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500