Nûçeyên Iraqê

Li Reqaya Sûriyê 14 kes bi mayînan hatin kuştin

Teqemeniyên ku di nav asawayên Reqayê de mane vê heftiyê 14 kes kuştine ji dema ku bajarê Sûrî ji bin kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat derxistin, AFP roja Sêşemê (24ê Cotmehê) ragihand.

"Di dawiya heftiya borî de, neh sivîl hatin kuştin," peyvdarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Mustefa Balî, got.

Hevbendiya Kurd û Ereban rê nade bêwaran ku vegerin bajarê xwe, lê Balî got ku "Mixabin hinek sivîl bê destûr vegerabûn".

Wî got ku kesên hatin kuştin vegeriya bûn daku li rewşa malên xwe meyze bikin.

Balî got ku xebatên rakirina mayînan bi fermî bi tenê ji Sêşemê de dest pê kiriye, û da zanî ku pênc kesan di prosesa rakirina cebilxaneyên neteqiyayî de jiyana xwe ji dest dan.

"Pênc kes hatin kuştin, sê şervan û du teknîkar," wî got.

NY roja Sêşemê nîgeraniya xwe anî ziman ji ber rewşa şêniyên ku wan got ku ew ji ber rewşên xerab li kampan vegeriyan Reqayê beriya ku rewşa bajêr baş jî bibe.

"NY nîgeran e ji ber selametî û parastina sivîlên ku tirsa mirinê û birîndarbûnê li ser wan heye ji ber cebilxaneyên neteqyayî yên ku li taxên Reqayê mane," daxuyaniya Ofîsa NY a Karûbarên Mirovî eşkere kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500