Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî belavokên silametîyê li Rewa û Qaimê dibarênin

Bi sedên hezaran belavokên selametîyê yên ku rênmayên ewlekarî didin niştecîyan li ser Rewa û Qaimê hatine avêtin, Fermandarîya Operesyonên Enbarê îro Sêşemê (24ê Cotmehê) got.

DAIŞ nahêle ku xelk ji bajarokên parêzgeha Enbarê derkevin daku wan weke mertalên zindî bikar bîne, berdevkê fermandarîyê eqîd Muhemed Dilêmî ji Diyaruna re got.

"Şîret ji niştecîyan re dibêjin ku dûrî baregehên DAIŞ bimînin û guhdarîyê li êzgeha radyoya serbazî ya xwecihî bikin ji bo ji nûçeyên nû xeberdar bibin," wî got.

Herwiha belavokan wan şîret dikin ku di malê xwe de bimînin dema ku hêzên Iraqî dest pê bikin ber bi bajarokên wan ve bi pêş ve biçin û xwarin û avê depo bikin heta dawîya operesyona rîzgarkirinê, wî got.

Wî da zanîn jî ku di heman demê de, Hêzên Iraqî hewl didin ku korîdorên ewle ji niştecîyan re vebikin, niştecîyên ku dixwazin ji şer birevin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500