Nûçeyên Iraqê

QSD destê xwe dideyne ser zevîyên neftê li Dêrazora Sûriyê

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) roja Duşemê (22ê Cotmehê) ragihand ku wê destê xwe danîye ser zevîyên naftê yên herî mezin li rojhilatê welat û kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi dawî kir, AFP ragihand.

Zevîyê neftê yê Omer li parêzgeha Dêrazorê berî şerê Sûriyê rojane 30,000 bermîl diberhemand û bûbû jêdera sereke ji dahata DAIŞ re piştî ku wê destê xwe danîbûn ser parêzgehê di sala 2014an de.

Êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê di sala 2015an de zevî wêran kirin, tê payîn jî ku dahata rêxistinê ji firoştina neftê di navbera $1.7 mîlyon $ mîlyom û $5.1 mîlyon bû di mehekê de.

Hevbendîya Erebî-Kurdî destdanîn di daxuyanîyeke kurt de îlan kir, lê Rewangeha Sûrî bo mafên Mirov got ku şervanên QSD Omer kontrol kirin piştî ku DAIŞ vekişîya.

Omer li ser gireva rojhilatî yê Çemê Firatê dikeve, dora 10 kîlomitran li rojhilatê Meyadînê.

Roja Duşemê, Rewangehê got ku QSD herwiha destê xwe danî ser zevîyê neftê Sayjan jî li bakurê Omer şeva borî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500