Nûçeyên Iraqê

Gera dahatî ya danûstandinên Sûriyê dê dawiya Cotmehê dest pê bike

Danûstandinên nû derbarê krîza Sûriyê dê li Astana werin lidarxistin di dawiya mehê de, AFP roja Pêncşemê (19ê Cotmehê) ragihand.

Civîna du-rojî, ku dê roja 30ê Cotmehê li paytexta Kazaxistanê were lidarxistin, dê gera heftem be ji danûstandinên îsal ku ji aliyê Rûsya û Îrana piştevanên rejîmê li aliyekê û Tirkiya piştevana opozîsyonê ve sponserkirî ne.

"Welatên garantîkarên rawestandina şer li hev kirin ku dê gera heftem a danûstandinên ast-bilind derbarê Sûriyê weke beşekê ji pêvajoya Astana rojên 30 û 31ê Cotmehê werin lidarxistin," wezareta derve ya Kazaxistanê di daxuyaniyekê de got.

Herî dawî danûstandin di Îlonê de hatibûn lidarxistin, hersê hêzan li hev kir ku hêzan terxan bikin ji bo çavdêrîkirina zonê ku parêzgeha Idlibê û herêmên derdorê li xwe digre.

Hewla dîplomasî hikûmeta Sûriyê û nûnerên hikûmetê digihîne hev, di nav de komên çekdar ên sereke ku berê xwe dûrî danûstandinên din kiribûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500