Nûçeyên Iraqê

QSD li Reqayê haziriyên radestkirina bajêr bo sivîlan dike

Piştî girtina wan ji Reqayê re ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ), Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) roja Pêncşemê (19ê Cotmehê) haziriya radestkirina bajarê Sûrî bo desthilateke sivîl dike, li gorî AFP.

Li nava bajar, cihên ku ji zû ve bi çekdarên hevbendiya Kurdî-Erebî dihatin birêvebirin hatin berdan, tevî ku hinek hîna li meydana navendî ya Neîm mane, ku sema dikirin û helhele dikirin dema ku serketina xwe pîroz kirin.

QSD zêdetirî çar mehan şer kir, bi piştgiriya hevpeymaniyê, daku Reqayê bigre. Wan roja Sêşemê dawiya şer ragihand, tevî ku operasyonên paqijkirinê û lidûçûna şanên razayî dewam dikin.

"Hinek ji hêzan vekişîn, hinekên din dê li bajar bimînin heta em operasyonên paqijkirinê yên biçûk bidawî tînin, wê demê bajar dê bo encumena sivîl bê veguhestin," fermandara QSD, Rojda Felat, ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500