Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanî: 87% ji xaka ku li jêr kontrola DAIŞ bû sala 2014an ji dest wê çû

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) 87% ji xaka ku li jêr kontrola wê bû sala 2014an, dema wê "xîlafet" li Iraq û Sûiyê îlan kir, ji dest da, hevpeymanîya navdewletî roja Sêşemî (17ê Cotmehê) got, AFP ragihand.

"Hevkarên me DAIŞ ji 87% ji xaka ku berê li jêr kontrola wê bû derxistin û bêtir ji 5.6 mîlyon kesî jî rizgar kirin," berdevkê hevpeymanîyê Ryan Dilon got.

Wê ji asêgehên qayim li Iraq û Sûriyê êrîş dikir, DAIŞ di Hezîrana 2014an de girt ser Iraqê û dora sêyekek ji xaka welat dagir kir.

Di daxuyanîyeke cuda de, ku di salvegera sêyem a pêngava navdewletî a derxistina DAIŞ ji Iraq û Sûriyê de hat weşandin, hevpeymanîyê got ku wê nîzî 120,000 leşkeran li Iraqê rahênan kiriyû û zêdetirî 12,000 leşkeran li Sûrîyeyê.

Tê texmînkirin ku ji 3,000 heta 7,000 çekdarên DAIŞ hîn li herdu welatan çalak in.

"DAIŞ li ser hemû astan têk çû. Me tora wan hilweşand û li ser hemû astan me dawî li serkirdeyên wan anî," Dilon got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500