Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanî bang li Bexda û Kurdan dike ku xwe ji "kiryarên dijwarîbar" dûr bixin

Hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê "Dewleta Islamî" (DAIŞ) dike roja Duşemê (16ê Cotmehê) bang li Bexda û Kurdistana Iraqê kir ku xwe ji "ji kiryarên dijwarîbar dûr bixin", AFP ragihand.

"Em piştgiriya gotûbêjên di navbera desthilatên Iraqî û yên Kurdî dewam dikin," lîwa Robert White, ferîqekî fermandar li hevpeymaniyê, di daxuyaniyekê de got piştî ku hêzên Iraqî operasyonek ji bo vegerandina beş ji parêzgeha Kirkukê ragihand.

"Divê ku hemû alî fokusê li ser şikandina dijminê me yê hevbeş, DAIŞ, li Iraqê bikin," wî anî ser ziman jî.

Operasyona Iraqî dixwaze ku cihên petrol û serbazî li Kirkûkê vegerîne ku hêzên Kurdî dema şerê dijî DAIŞ de ew girtine, û piştî refrandoma meha borî tê ku Kurdên Iraqî tê de piştgiriya xwe ji serbixwebûna herêmê nîşan da.

Herî kêm 10 şervanên Kurd hatin kuştin û 27ên din birîdar bûn di şerê şeva borî de ligel hêzên Iraqî yên nefermî, berpirsiyarekî Kurd got.

Hêzên hevpeymaniyê piştgiriya çalakiyên hukmetên Iraqî û Kurdî li derdora Kerkûkê nakin, daxuyankiyê got.

Wezareta Derve ya Misrê roja Duşemê bang li hukmeta fedralî ya Iraqê û hukmeta herêma Kurdistanê kir ku xwe ji şir dûr bigrin, Ahram Online ragihand.

Di daxuyaniyekê de, wezaretê got ku divê hêzên Iraqî û Kurdî xwe ji rûirûbûnên ku dê nerehetiyê û nearamiyê li herêmê zêde bikin dûr bixin.

Wezaretê bang li hemû aliyan kir ku di danûstandinan beşdar bibin û çareseriyan saziş bikin daku krîzê bêbandor bikin, kirîza ku dibe bibe sedema encamên herêmî û navdewletî yên xeternak.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500