Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî serbazgeha DAIŞ li biyabana Enbarê wêran dikin

Serbazgeheke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyoneke bejahî ya hevbeş de ji aliyê hêzên Iraqî ve roja Duşemê (16ê Cotmehê) hat wêrankirin, Fermandariya Operasyonên Enbarê got.

"Hêzên Iraqî serbazgeheke DAIŞ li devera Wesf li biyabana Enbarê wêran kir û 15 çekdarên DAIŞ, ên ku xwe tê de asêkiribûn hatin kuştin," berdevkê fermandariyê eqîd Muhemed Dulêmî ji Diyaruna re got.

Wî got ku hêzên Iraqî ligel tundrewan ketin pevçûnan de bo heyama zêdetirî du seatan beriya ku şer di berjewendiya wan de yekalî bibe berbanga Duşemê, û balkişand ku serbazgeh bi temamî hat wêrankirin û çekdar hatin kuştin.

"Serbazgeh, a duyemîn ku di heftiyekê de tê wêrankirin, wekî bingeheke destpêkirina êrîşên terorî li deverên Ferata Jorîn dihat bikaranîn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500