Nûçeyên Iraqê

Êrîşa DAIŞ li ser awareyên Sûrî 18an dikuje

Otombîleke bombekirî ku awareyên Sûrî li parêzgeha Hesekê roja Pêncşemê (12ê Cotmehê) kirin armanc herî kêm 18 kes kuştin, di nav de endamine hêzên ewlekariya Kurdî jî, AFP ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku êrîş ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hat pêkanîn û li cihekî çêbû ku awareyên Sûrî ji Dêrazorê piraniya caran lê kom dibûn.

"Herî kêm 18 kes, di nav de aware û endamên hêzên Asayişê yên ewlekariya Kurdî jî, hatin kuştin," serokê Rewangehê Ramî Ebdulrehman, got.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Telal Silo piştrast kir ku otombîleke bombekirî awareyên ji Dêrazorê kirin armanc, got jî ku ew li devera Ebû Fas pêk hat, ku li wir karbidest xelkê aware kom dikin berî ku rê bidin wan ku derbasî kampan bibin daku penagehekê ji xwe re bibînin.

"Bi dehên kesan hatin kuştin û birîndar bûn," Silo got.

Piştî teqînê, "sivîl reviyan deverên biyabanî ku mayîn bi wan ve teqiyan û hejmara kuştiyan zêde bû," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500