Nûçeyên Iraqê

Berpirsekî ji bajar: Danûstandinên li ser derxistina sivîlên Reqa sekinîn

Danûstandinên derbarê peydakirina rêyeke ewle ji sivîlan re ji dawîn taxên Reqa yên di destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de sekinîn, berpirsekî bajar roja Înê (13ê Cotmehê) ji AFP re eşkere kir.

Berpirsên bajar û lîderên êlan vê hefteyê kar dikirin li ser danûstandinê derbarê rêyeke derketinê ji xelkê ku li deverên jêr destê DAIŞ asê mane.

Li gorî çavkaniyê, hinek sivîl hatin derxistin di dema kêmbûna şer di rojên dawî de, lê danûstandinên li dor rêdan ji çekdarên DAIŞ re ku birevin xetimîn, û şer dest pê kir.

"Danûstandin rawestiyan ji ber ku me bîrokeya ku [çekdarên DAIŞ] bêyî ceza ji bajar derkevin bi temamî red kir," wî berpirsiyarî got.

Danûstandin cara pêşîn derengiya roja Sêşemê ji aliyê hevpeymaniya, ku piştgiriya operasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo derxistina DAIŞ dike, hat eşkerekirin.

Hevpeymaniyê got ku endamine Encumena Sivîl a Reqa û lîderên êlan kar dikirin ji bo peydakirina rêya ewle ji sivîlan re.

Encumenê qebûl nekir ku tiştekî derbarê danûstandinan parve bike, lê berpirsiyarê xwecihî got ku di nav danûstandinan pirsa mercên girtina çekdarên DAIŞ ên Sûrî hebû.

Bi sedên sivîlan ji taxên şer reviyan di dema kêmbûna şer de, di demekê de ku endamên DAIŞ xwe radest dikirin.

"Di hersê rojên borî de, herî kêm 15 çekdarên DAIŞ xwe radest kirin ligel malbatên xwe, ku bi temamî nêzîkî 100 kesan bûn," Elî Şêr, fermandarekî Yekîneyên Parastina Gel ên Kurdî (YPG) roja Pêncşemê, got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500