Iraqiyên ku ji Mûsilê ber bi Sûriyê ve reviyabûn dest bi vegera bo malên xwe kirin piştî ku bajar ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) hat rizgarkirin, Wezareta Koç û Koçberan roja Sêşemê (12ê Cotmehê) ragihand.
Nêzî 1,250 şêniyên Nînewa yên ku li kampa awareyan a Holê li Hesekê li Sûriyê vegerane malên xwe, Xalid Ubêdî, berpirsê wezaretê li parêzgeha Nînewayê, got.
"Kesên awarebûyî hatine veguhestin bo kampeke li başûrê Mûsilê daku li nasname û belgeyên wan binêrin berî rê bidin wan ku vegerin cihên xwe li Mûsilê," wî got.
Wî got jî ku vegera wan bi hevahengî ligel NY re pêk tê.