Nûçeyên Iraqê

11 sivîl di êrîşeke xwekujî li ser kafêyekê li Enbarê de hatin kuştin

Êrîşeke xwekujî li ser kafêyekê li Hît, rojavayê Remadî, roja Çarşemê (11ê Cotmehê) 11 sivîl kuştin û 20ên din birîndar kirin, polîsê Iraqî li parêzgeha Enbarê roja Pêncşemê got.

"Xwekujekî xwe li kafêyekê li kolana Kornîş teqand ku hejmareke mezin ji sivîlan li wir kom bibûn," fermandarê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayic ji Diyaruna re got.

Yazdeh sivîl, di nav de xwendekarên zanîngehê û keçeke biçûk, hatin kuştin û 20ên din birîndar bûn, wî got.

"Ev êrîşeke hovî ye ku rûyê rastî yê "Dewleta Îslamî" [DAIŞ] eşkere dike," wî got, tekez jî kir ku lêkolînekê derbarê êrîşî destpê kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500