Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanî: Dora 400 endamên DAIŞ li Reqayê mane

Ji 300 heta bi 400 endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li dawîn asêgeha li Sûriyê, Reqa, bajarê ku Hêzên Sûriya Demokrat (QSD) lê dicengin daku bi temamî kontrol bikin mane, AFP roja Pêncşemê (12ê Cotmehê) raport kir.

"Em texmîn dikin dora 4,000 sivîlan li Reqayê mabin, û dora 300-400 endamên DAIŞ," berdevkê hevpeymaniyê, kolonêlê Amerîkî Reyan S. Dilon li Bexdayê di konferansekî çapemeniyê de eşkere kir.

QSD, ku hevbendiyeke şervanên Kurd û Ereban e, dora 90% ji bajêr kontrol kiriye li ser hesabê DAIŞ ji dema ku ew meha Hezîranê derbasî bajar bû.

Rayedarinan ji Encumena Sivîl a Reqayê -- birêveberiyeke parêzgehê ye ji aliyê QSD ve hatiye damezrandin -- hewl didin ku danûstandinan li dor vekirina korîdorekî ewle ji sivîlan re bo derketin ji deverên li jêr kontrola DAIŞ bikin.

"Me dît ku daxwaza xweradestkirinê li ba DAIŞ bipêş dikeve di mehên dawî de ... mîr û serkêş jî di nav wan de hebûn," Dilon got, û da zanîn ku hinekên din jî hatin girtin dema ku wan hewl dida ku di nav sivîlan de birevin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500