Nûçeyên Iraqê

Parêzgarê nû yê Enbarê soza nêzîkbûna "dawiya DAIŞ" dide

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dê di dema çend hefteyan de li Enbarê were şikandin, ev yek dê nîşana dawiya hebûna rêxistinê li Iraqê be, parêzgarê nû yê Enbarê ji Diyaruna re got.

Mihemed Rikan Helbûsî, ku roja Pêncşemê (5ê Cotmehê) weke parêzgarê nû yê Enbarê sond xwar, got ku "hêzên Iraqî û zilamên êlan, bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî, îro amadekariya şerê rizgarkirina Rawa û Qaim dikin".

"Ev dê şerê dawî be berî ragihandina jinavbirina tam a DAIŞ li Iraqê û rizgarkirina hemû bajaran," wî got.

"Em niha ligel NY û rêxistinên girêdayî kar dikin ji bo peydakirina xizmetan li bajarên rizgarkirî," wî got.

Ev yek nûavakirina nexweşxane, dibistan, piran, û peydakirina xizmetên sereke ji bo berqerarkirina aramiyê lixwe digre, weke li Felûce, Remadî, Hît, Rutba û Kerama, Hebûsî got.

"Şerê Iraqî bi DAIŞ re ber bi dawiyê ve diçe û dê bi serkeftineke mezin bidawî be," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500