Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî êrîşên kujêner ên DAIŞ li başûrê Remadî vala derdixin

Hêzên Iraqî sê çekdarên "Dewleta Islamî" ên ku plan dikin ku xwe li parêzgeha Enbarê biteqînin kuştin, Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Pêncşemê (5ê Cotmehê) ragihand.

Her sê çekdar, ên ku êlekên teqîner li xwe kiribûn, di pevçûnan de ligel hêzên Iraqî li başûrê Remadî hatin kuştin, berdevkê fermandariyê eqîd Mihemed Dilêmî ji Diyaruna re got.

"Çekdarên xwekuj [dê hewl bibin] bi dizî ji biyabanê bi çekên navincî û RPG, yên ku li ser milan tên hilgirtin, derbasî deverê bûn û dixwestin ku li nêzî cihên hukmetê xwe biteqînin.

Piştî bûyerê, hêzên hevbeş operayoneke bi dîqet û berfireh pêk anîn daku li terorîstên din bigerin, ên ku dibe li avahiyên nenîştebûyî yên li deverê xwe veşartibin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500