Hêzên Iraqî veşargekek mezin a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li devera Besatîn li rojhilatê parêzgeha Diyalayê dîtin, Wezareta Karê Hundir roja Pêncşemê (5ê Cotmehê) got.
Berbanga Pêncşemê, Hêzên Iraqî "erîş kirin wî cihî û şeş terorîst girtin", berdevkê wezaretê, emîd Saed Maen ji Diyaruna re got.
"Veşargehê 47 rokêtên bi medayên kurt, hawin, çekên weset û sivik, teqemenî, teqemeniyên bidestçêkirî, mînên dijî wesayîtên zirxî û dû êlekên teqîner vedihewandin," wî got.
Wî got ku ew cih wekî bingeheke lençkirina êrîşên terorî li parêzgehê dihat bikaranîn.
"Operasyon di çarçoveya têkbirina molgeh û şanên DAIŞ ên li parêzgehê ye," wî got.